Banga Platformê

Xwişk û brayên hêja,

Nêzîkî milyonek kurd li seranserê Ewrûpayê dijîn. Bê gûman maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê jî wek kurd û wek ewrûpayî hene.

Pirsa Kurd û Kurdistanê, bûye pirsa Yekîtiya Ewrûpayê jî. Divê dewletên Ewrûpayê li ser çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê rawestin da ku çareserkirina vê pirsê bi tenê bi ”însafa” dewletên dagirkerên Kurdistanê ve neyê girêdan.

Bi berpirsîyarî û bi zanîna girîngîya xebata hevbeş; sê (3) beşên civata kurd li Ewrûpa Însiyatîfa Kurdên li Ewrûpa (IKE), Platforma Neteweyi ya hêzên Bakurê Kurdistanê (PNK) û Koordinasyona Demokratik a Kurdên li Ewrûpa (DEM-KURD) di 20/21.07.2002 de biryar dan ku bi hev re bi navê Platforma Kurdên li Ewrûpa -PLATFORM- dest bi xebatê bikin.

Ji bo ku raya giştî ji vê pêngava pîroz û xebatên wê agadar be, pêwistî ji Malperekê jî hebû. Di vê malperê de ewê hemû xebat û çalakîyên her sê beşên civata kurd li Ewrûpa cih bigre.

Herweha em ji dîtin û pêşniyarê kurdên welatperwer jî vekirînin. Loma jî di vê kurtenivîsê de em bangî hemû hêz û kurdên welatperwer dikin û dibêjin me ji alîkarî û piştgirîya xwe bêpar nekin.

Adresa malperê : www.pke-platform.com
Adresa postê: pkeplatform@yahoo.com

E m b i h e v r e x u r t i n !

Azîz Aliş
aziz_alis@hotmail.com
2004.04.07

Adnan Agacanoglu
Adnan.aga@webspeed.dk
9 april 2004

M.Nureddin Yekta
nuryek@yahoo.de

13.04.2004