BER BI DANÎNA KORDÎNASYONA DEMOKRATÎK A KURDÊN EWROPA
Filed under: Dem-Kurd
Rêxistinên kurdî yên ku li welatên Ewropa di warên cihê de dixebitin, piştî civînên Stockholm, Wupertal û Parîsê, di 30’ê Xeziranê li Kolnê civiyan.
Piştî minaqeşeyên fireh li ser Danezanê, ku paş civîna Parîsê hatibû amadekirin, beşdarên civîna Kölnê biryara danîna Kordînasyona demokratîk a Kurdên Ewropa (DEM-KURD) dan û li ser bingeh û prensîbên wê li hev kirin.
Kordînasyon çi ye ?
Kordînasyon forumeke şêwr û hevkariya rêxistinên demokratîkên kurdî yên Ewropa ye. Hemû rêxistinên kurdî yên ku di warên entegrasyona Kurdên Ewropa bidestxistina mafên wan ên ziman, çand û nasnameyê de û an ji bo nasandina gelê kurd û pirsa kurdî dixebitin û prensîben jêrîn qebûl dikin dikarin bibin endamên vê Kordînasyonê. Her rêxistina endam serxwebûn û azadiya xwe û statuya xwe diparêze.
Armanca sereke ya Kordînasyonê ew e ku rêxistin û komeleyên endam bikaribin li ser pirsên ku entegrasyona Kurdên welatekî (xwendina zimanê kurdî, nasîna nasnameya kurdî, amadekirina hin kampanyayên ji bo berjewendiyên (menfêtên) giştî yên Kurdên wî welatî) an/û li ser pirsên giştî yên tevahiya civaka kurdî ya Ewropa bi hev bişêwirin, bi hevre hin çalakî û bernameyan amade bikin û bi cîh binin.
Prensîbên Kordînasyonê
Komele û rêxistinên ku dixwazin bibin endamên Kordînasyonê divê ku prensîbên jêrîn qebûl bikin :
1. Kurdîstanîtî: divê ku her komeleya endam ji Kurdên her aliyên Kurdistanê re vekirî be, ji bo nasîna mafên çandî û nasnameya Kurdên Ewropa bixebite û bi awayên demokratîk û aştî mafê gelê kurd ê çarenûsê biparêze.
2. Demokrasî: divê ku her komeleya endam di meşandina karên xwe de riayeta prensîbên pluralîzma demokratîk, bi taybetî ya azadiya fikr û baweriyên cihê qebûl bike, ji Kurdên ji her baweriyê (sunnî, şiî, alewî, kakeyî, êzdî, Ehlê Heq, ateîst, hwd) re vekirî be. Komeleyên ji bo serdestiya dîn an mezhebekî hatibin danîn nikarin bikevin nav Kordînasyonê.
3. Wekheviya jin û mêran: divê ku her komelaya endam di bername û çalakiyên xwe de wekheviya jin û meran bide pêş çav û ji bo pêşveçûna wê bixebite.
4. Entegrasyona Kurdên Ewropa di çarçeweya riayeta qanûnên welatê ku tê de dijîn: divê ku her komeleya endam bixebite ku Kurdên Ewropa bikaribin tevî nasnameya xwe ya kurdî di civaka ewropî de bên qebûl kirin û di warên xwe yên xwendin an xebatê de pêşve herin û xwe ji her awayî zor û şîddetê dûr bixin.
5. Şefafiya malî: divê ku her komeleya endam ji alî hatiniyên xwe yên malî û xercên xwe ve him ji bo endamên xwe him ji bo meqam û raya giştî ya welatê xwe vekirî û şefaf be, alîkariyên ji kaniyên tarî qebûl meke. Bi taybetî, nabe ku ji tu dewleta ku zordestiyê li parçeyek gelê kurd dike tu alîkariyê qebûl bike. Komela an rêxistina ku ji alî malî ve bikeve bin gumanê rêz, îtibar û nifûza xwe winda dike û ziyanê dighîne doza kurdî.
6. Nealîgiriya siyasî: divê ku komele û rêxistinên demokratîk ên kurd li Ewropa ji bo entegrasyona Kurdên Ewropa û piştîvaniya doza kurdî dixebitin û dikarin di vê çarçeweya fireh de Kurdên ji navçe û baweriyên cihê bicivînin. Alîgir bûna hin partiyan an bi hin partiyên din re ketin polemîkên siyasî ne karê koordinasyon e û dikare bibe sedemê perçebûn û bihevketina Kurdên Ewropa.
Organên Kordînasyonê:
Ta ku rêxistinên demokratîk ên her welatekî Kordînasyona xwe deynin, ewê Kordînasyona Ewropa bi du organan bixebite.
1. Civîna gelemperî: salê carekê dicive, her rêxistin an komele bi berpirsiyarekî xwe beşdarê vê civînê dibe. Amanca civînê diyarkirina çalakî û bernameyên hevbeş (muşterek) ên ji bo seranserê Ewropa yê ye. Her komele dikare pêşniyarên xwe yên hevkariyê pêşkêş ke û rêxistinên ku di warên nêzîk de (entegrasyon, mafên mirov, pirtûkxane, weşan, hwd.) dixebitin dikarin bi awayekî serbest li dor bernameyeke salane ya hevkariyê bi hev re bixebitin.
2. Sekretarya: Di destpêkê û heta Civîna Gelemperî, ji 5 kesan pêk tê (berpirsiyarek ji Federasyona kurdî ya Swêdê, yekî ji Komkarê û yek ji Civata Kurd li Elmanya, yek ji Xoybûn-Danimarqê, yek ji KOC-KAK-Hollanda). Sekretarya, di navbera du civînên gelemperî de, gava ku pêwistî hebe dicive ji bo şêwrê an bicîhanîna çalakiyên hevbeş.
Gava ku komele û rêxistinên kurdî yên her welatî di nav Kordînasyonekê de bicivin ewê berpirsiyarekî kordînasyona her welatekî bibe endamê sekretaryayê.
Ku Civîna Gelemperî pêwist bibîne dikare ji bo salekî serek û yek an du cîgirên serekê Kordinasyonê helbijêre.
Dîsa ku Civîna Gelemperî pêwist bibîne Kordînasyon dikare bi îngilîzî û kurdî bultenek an/û websîteyek pêk bîne.
Civata Kurd (Giessen) • Civata Kurd li Elmanya (Koln) • Dengê Kurdan li Duisburgê • FKKS - Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê • Hevkar-Elmanya • IVK (Mainz) • Kitêbxaneya Kurdî li Stockholm • Komela Kurdistan li Belçîka • Komela Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK • Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya • Komela Karkeren Kurdistan- Danîmarqa • Komela Karkeren Kurdistan Swîsra • Komela Karkeren Kurdistan-Frensa • Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li Kurdistan (Elmanya) • Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin) • XOYBÛN-Berlin • XOYBÛN-Danîmerqa • Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland • Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya)
Köln, 09.07.02