Berêz Mesud Barzanî Serokê Parti Demokratî Kurdistan

Cîhê daxêye, roja cejna kurbanê dijminên gelê kurd dîsan wek hemû caran qurbanên xwe ji rêber û mêrxasên gelê kurd bijart.

Xwekujên terorîst Hewlêra qehreman bi xwîn kirin û sahîya gelê kurd ya olî kirin sîn û xwastin ewreke res bêxin ser Kurdistana azad a ges û xwes.

Bê guman vê bûyerê her kurdekî welatparêz êsand. Dilê mirovatî û asîtîxwazên cîhanê jî êsand. Lê bila terorîst û paspalên wan qet sa nebin.

Gelê kurd dê cîhê sehîden cejna qurbanê yên nemir, Samî Abdurahman, Sewket Sêxêzdîn, Parêzere Hewlêr, Kaymaqamê Hewlêr, Saxawan Abbas, Xesro Sêra û sehîdên me yen din zûtirîn wext tejî bike.

Xwîna sehîdên nemir wek heta îro hêz û jîyan bidin Kurdistana azad. Gelê kurd dê tecrûbe û berhemê van sehîdan bikin rêbazê xwe û wan di goristana wanda dilsa bikin.

Serê Partî Demokrat a Kurdistan û Yêkîtî Nistîmanî Kurdistan sax be, serê gelê kurd û aîlên sehîdan saxbe.

Hêvîya tendûristîyekî ji bo birîndaran daxwaz dikin.

Însîyatîfa kurdên li Danîmark