Birêvebirên Pîrozkirina 58 salîya KOMARA KURDISTANÊ li MAHABADÊ

Komara Kurdistanê li Mahabadê bûyereke bi jiyana xwe ya kurt, bi tevayî di dîroka Kurdistanê de bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê bi tîpên zêrîn cih girtiye û nimûneyeke yeksan e.

Bi rêberatîya pêşewa Qazî Mihemmed berîya 58 salan damezrandina vê Komara Kurdistanê, heta îro jî rêberîya bidestxistinên kurdan dike.

Îro jî pêwiste ku tevgera neteweyî ya kurdan ji encamên vê bûyerê dersan werbigre, sedemên têkçûna wê şîrove bike, di nivîsandina dîroka Kurdistanê de cihê wê yê taybetî biparêze û ji hêjayîyên wê sûd werbigire.

Îro, dîrok dubare dibe. Di parastin û xwedîlêderketina bidestxistinên kurdan de pevxistina deng û rengên kurdan pêwist e. Bi yekdengî xwedîlêderketina mafên kurdan yê Neteweyî, rê li ber têkbirina bidestxistinên kurdan digire.

Îro ji her demê bêtir, pêwistîya kurdan ji pevxistin û bilindkirina hestên Neteweyî heye.

”Pirsa kurdan pirseke siyasî, welatî û neteweyî ye”. Daxwaza desthilatdarîya Gelê Kurd ya li Başûrê Kurdistanê daxwazên pîroz in. Em piştgirîya biryarên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê dikin.

Em bi tevayî li dijî siyaseta dagirkerên Kurdistanê radiwestin. Bi taybetî gef û tehdîtên Dewleta Tirk û destavêtina nav kar û barê Başûrê Kurdistanê protesto dikin.

Em Însîyatîfa Kurdên li Swêdê IKS, bi bûyera hêja , bi Komara Kurdistanê serbilind in. Spasîyên xwe pêşkêşî Komîteya bibîranîna Komara Kurdistanê ya mahabadê dikin.

Bijî Kurd û Kurdistan !!!
Stockholm  24.01.2004 

IKS
Însîyatîfa Kurdên lLi Swêdê