Birêz Mesud Barzanî Serokê PDK

Birêz Celal Talabanî Sekreterê Giştî ya YNK  Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, ji ber serketina we ya îro derheq îmzekirina Qanûna Bingehîn ya Iraqê,  spasîyên xwe yên germ pêþkeþî we dikin û we ji dil pîroz dikin.  Peymana 8 ê adarê mohra xwe ya dîrokî li ser pêvajoyeke nuh lêdixe, wek hingav rojên ronahîyê li ber neteweyê me vedike.

Bidestxistina destkewtîya îro bi hêsanî pêk nehat. Bi sedhezaran þehîdên Kurdistanê bi xwîn, can û keda xwe yên giranbiha tevlî vê cejnê bûn. Îro li seranserê Kurdistanê cejn e, ew cejn ku em sed sal in li hêvîyê bûn.

Gelê Kurdistanê cawa bi sedan sal ji bo destxistina mafên xwe têkoþînek bêhempa da, wê bêguman ji bo parastina wan mafan jî xwedî peyman û soz be. 

Wek berpirsên herdu partîyên sîyasî ya Kurdistana Baþûr em ji ber xwedî helwestbûna we, ji bo pêkanîna hemû serketinan, we ji dil û can pîroz dikin, di rêya azadîya gelê me de hêvîyên hîn serketinên nuh dikin. Îro bi îmzayên we dîrokekî nuh destpêdike, mizgînîya we ji bo me hemûyan pîroz be.

Di gel silavên germ
08-03-2004

Keya Izol
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê