Birêz rêvebir û endamên KOMKAR
Filed under: Platform
Kongra we ya 18. pîroz be.
Dabeşkirina welatê me yê şirîn di navbeyna çar dewletên xwînxwar û belavbûna gelême, çi li metropolên van welatan be û çi li piranîya welatên cîhanê be, wêneke geş û rûşen pêşkêşî me nake. Tevgere gelê kurd li Bakûrê Kurdistanê gelek astengîyan da derbaz bûye û gelek evrazî û nişîvî dîtîne. Barê rêxistin û sazîyên kurdî siviktir nebûye. Tiştê ku şik têde nine, ewe ku tekoşîna gelê me di rêberîya hêz û rêxistinên wî yên demokratîk de îro geheştîye radeyeke bilindtir.
Hêjayan
Ji bo tekoşîneke berhembar yekitî û hevkarîya hêzên demokratîk mînakek serekîye. Li ser vê rêbazê Komkar lı gel hindek rêxistinên din yên kurdî pêngavek girîng û dîrokî havêtîye. Yekitî û hevkarîya rêxistinên kurd yên demokratîk li Ewrupa, herwesa zaminê pêşveçûna xebata gelê kurd e. Em kurdên li derveyî welat dijîn, di bin erk û berpirsîyarîyen giran danîn. Me mecal heye em alîkarî û piştgirîya tevgera gelê xwe li welat bikin. Lê heta ku em refên xwe neşidînîn, em nikarîn dengê xwe bigehînîn raya giştî û xwe bideyne fêhmkirin.
Bê guman KOMKAR di xebata demokratîk de xweyî cîyekî berbi çav û giranahîyek teybetî ye. Em hêvîdarîn KOMKAR dê cîyê xwe û xebata xwe ya demokratîk di nav refên hêz sazîyên kurd de bıhêztir û xurtir bike.
Platforma Kurdên Ewrupa – PKE kongra Komkar ê ya 18. bi dil û can pîroz dike, serkevtin û pêşveçûna we daxwaz dike.
Bijî yekitî û hevkarîya rêxistin û sazîyên gelê kurd
Bijî Kurdistan.
01-10-2003
PKE - PLATFORMA KURDÊN LI EWRUPA