Daxuyanî
Filed under: Platform
Bi taybetî piştê “şerê Îraqê” û bi piştîvanîya dam dezgeyên dewletî, rehperestên sîvîl û hêzên fermîyên Sûrîyê, di gelek cihan da, êrîşan birine ser Kurdan. Bi vî jî dewleta Sûrîyê dixweze dijminayetîya xwe yê li dij Kurdan nîşan bide û tevgera azadî- û mafxwezê Kurdî jî çavtirsî bike û bifetisîne.
Tevgera azadixwaza Kurd, ku ji bo mafên xwe yên;
1- azadîya fêrbûn, axaftin, nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe yê Kurdî
2- azadîya parastina çand, folklor û nirx û bermayîyên xwe yên netewî yên Kurdî
3- azadîya parastina Nasnameya xwe yê netewîyê Kurdî
4- azadîya jîyanek mirovane di çarçova nirxên demokratî da
Dewleta Sûrîyê, li beranber van daxwazan:
1- Zimanê Kurdî ji binî ve qedexe kirîye û kesên ku bikar jî dihênin bi zindan û êşkence cezadidin
2- Hemû heyî, nirx, cidayî û bermayîyên kurdî qedexe kirîye û herwes kesên bi van nirxan radibin dikarin bi salan li zîndanan da bên pûç kirin
3- Bi tu awayê nasnameya Kurd nayê naskirin û pejirandin; Kurd bi Ereb binavdikin
4- Tu mafên azdî û demokratîk nehatîye nasîn. Ew dîktatorîya, ku li dijê hemû gelê Sûrîyê heye, li dijê Kurdan çar qatî tê bikaranîn
5- Di ser da jî, eva 42 sale, ku di navbera 200.000 – 300.000 kurd ji “hevwelatîbûn” ê reş kirine û wek penaber jî maf nedane wan, ku bikarin li ser ax û zevîya bab kalên xwe da bibin xwedan mal û mulk û bibin xwedan kar û xwedan xwendin.
Roja 12.03.2004 jî, bi destê hindek kesên rehperest/nijadperestên Ereb, ku ji navça Dêrezor hatine, li ser kuçe û kolanên Qamişlo, wêneyên Sedam di dest da, bi qêrîna gotin û dijûnên; “bi can û bi xwîn em bi te re ne Sedam”, “bimre kurd û bimre Pêşmerge”, “bimre Barzanî û bimre Talabanî” û bi ser da jî; bi demance, çov, kêrik û kevir êrîş birine ser Kurdan. Hêzên dewletê, ne ku rê li wan girtine, Lê li wan jî biser da êrîşan birine ser Kurdan û di dawîya wan êrîşan da hejmarek mezin hatin kuştin û hejmarek mezintir jî hatin birîndar kirin. Li beranber van hêzên xwe amadekirî, gelê Kurd ji bo parastina gyan û zaro û zêçên xwe, ser hev da kombûn û bi xwepêşandanek hevgirtî bersiva wan dan. Hêzên dewletî jî, bi çekên giran ketine nav êrîş û pilemardan. Bi tank û topan dorê Qamişlo girtine. Gelê Kurd li Qamişlo ket jêr metirsîya jenosîdê. Lê Kurdên ji bajar û bajarok û gundên din, bê yek û du, hatin hewara birayên xwe û seranserê başûrê biçûk kirin meydana berxwedanê. Di nav rojek da, Kurdên ji Amûdê, Dêrikê, Girkê, Serê Kanîyê, Heseçê, Kobanê û li her derek cîhanê, ku Kurdek li wê be bi xwepêşandin, meş û cûreyên din yên berxwedanê piştgirya Kurdên li Qamişlo dikin û li dij terora dewleta dagirker Sûrîyê nerazîbûna xwe dîyar kirin û dikin…
Di dawîyê da gehîşt astek, ku êdî Kurd van daxwazan xwe bilind kirine:”
- “Em ji “Amnesty International” û rêxistinên mafên mirovan ên Netewên Yekbûyî (UN) doza lêkolînan derbarî bûyerên li Qamişloyê dikin,
- Em dixwazin bi serok Beşar el-Esed re rûnên û wêneyê bobelata rast a li Qamişloyê ragihînin wî,
- Em dixwazin ku kesên berpisiyar bêne tawanbarkirin,
- Em dixwazin ku gelê kurd bi tevgera xwe re be û bêhna xwe fireh bikin”.
Em jî Kurdên li Danmark dengên xwe dixin nav dengên wan û bi hawara wan ve tên;
Li dijê dîktatorên dagîrker bêdeng nemînin !
Rê nedin Enfalên nû, li dijê Kurdan !
Maf û Daxwazên Gelê Kurd, Mercên Serekîyên Demokratî û Azadîyê ne !
HEVKARÎ –Danimark
PLATFORM’a Kurdên li Ewropa
Komîta Rapirsî Bo Kurdistan/Danimark
16/03-2004