DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

Xebata ji bo avakirina însiyatîfên kurdên li Ewrupayê encam da û komîteyên însiyatîfên heft (7) welatan ( Swêd, Danimarka, Elmanya, Ingiltere, Fransa û Swisre) di 5ê meha 5an ya 2001ê de li Elmanya li bajarê Bottropê hatin ba hev û Komîteya Koordînasyona Kurdên li Ewrupayê- KKKE avakirin. Berpirsên komîteyên welatan sererast bûne endamên KKKEyê.

PNK-Bakur (Platforma Neteweyî ya Hêzên Bakurê Kurdistanê) beþdarî civîna li Bottropê bû û piþtgiriya avakirina KKKEyê kir. Komîteyên însiyatîfên kurdên li Ewrupayê û PNK-Bakur biryar dan ku li Ewrupa, temsîliya Neteweyî ya kurdan pêk bîne. Ji bo vê temsîliyê, beþdariya sê beþên civata kurd pêwîst hate dîtin. Her weha du beþên civata kurd, temsîliya hêzên siyasî û temsîliya însiyatîfên kurdên li Ewrupayê di civînê de amade bûn. Divê; ev her du beþên civatê, ji bo pêkanîna beþê civata kurd ya sisiyan, Temsîliya dezgehên demokratîk û neteweyî, bixebitin. Civînê bangî hemû hêz, rêxistinên siyasî, dezgeh-sazî û kesên welatperwer kir ku Kurd,  di vê dema pêwîstîya neteweyî pê heye de alîkarî, tevkarî û piþtgiriya hev bikin.

Li dor 40 milyon nufûsa xwe û zêdeyî 500 000 km2 xaka xwe, Miletê Kurd di sedsala 21ê de, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û însanî bêpar di nav çar welatên  dagirker de belavbûyî, di tekoþîna bidestxistina mafên xwe de ye. Miletê kurd û tevgera wî ya neteweyî û demokratîk di qonaxeke dijwar re derbas dibe. Dagirkerên Kurdistanê, bi armanca têkbirina bidestxistinên gelê Kurd û þolîkirina mafên wî yên neteweyî, êdî bi eþkereyî destên xwe dixin nav kar û rewþa her aliyên Kurdistanê.

Bidestketina li Baþûr, hêjayî û serbilindiya gelê kurd e. Dijminên der û dor, bi hemû hêzên xwe ji bo têkbirina vê bidestxistinê kar dikin. Dijminên miletê Kurd îro ji her demê bêtir bi dezgehên xwe yên leþkerî, siyasî, huqûqî û aletên ragihandinê, bêperwa êrîþî hêjayiyên Miletê Kurd dikin.

Dema ku di rojeva qada navneteweyî de, pirsa kurd bi cih dibe, mixabin kurd bê desthilat û di warê siyasî de ne amade ne. Di vê pêvajoyê de pirsgirêka neteweyî ya Miletê Kurd, bêyî desthilatdariya siyasî, yekalî tê bazarkirin. Pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêtir bi yekîtiya siyasî û neteweyî heye. Ji bo çareserkirina pirsên vê pêvajoyê, pêwîstî bi tevkariya hêzên siyasî, dezgehên demokratîk-neteweyî, bi ronakbîr û welatperwerên kurd heye. Tevkariya van her sê aliyên civata kurd, di qada navneteweyî de dikare temsiliya kurdan bike. Her gavavêtinek demokratîk û neteweyî, bi tevkariya van aliyên civatê, dê bi hêztir bibe.

Bi berendametî -ger bigihê encama xwe- bi endametiya Dewleta Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrupayê, Bakurê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re dibe “ewrupayî”. Bêyî parastina mafên kurdan û naskirina statuya Kurdistanê, endametiya Tirkiyeyê yekbûna Kurdistanê diguhere. Hemû  beþên civata kurd divê bi helwestên xwe li ser vê pirsê rawestin da ku Yekîtiya Ewrupayê bêyî çareserkirina pirsa Kurd û statuya Kurdistanê, Tirkiyeyê negire nav xwe. DewletaTirkiyeyê baþ dizane ku pirsa kurd û Kurdistanê serdestî hemû pirs û pirsgirêkên Dewleta Tirkiyeyê yên hundur û derve ne. Divê Yekîtiya Ewrupayê jî baþ bizanibe heta ku pirsa kurd û statuya Kurdistanê nav lê nebe û neyê çareserkirin tu demokrasî li Turkiyeyê bi cih nabe.

2001.05.05 - Bottrop

 

K K K E                                        

Însiyatifa Kurdên li Danimarkayê

Însiyatîfa Kurdên li Elmanya

Însiyatîfa Kurdên li Fransa

Însiyatîfa Kurdên li Hollanda
Însiyatîfa Kurdên li Ingiltere
Însiyatîfa Kurdên li Swisre
Însiyatifa kurdên li Swêdê