Em sala 2004 an bi hev re bikin sala biserketinê

Gelê Kurd salake dîrokî, sala 2003 an li pey xwe hişt.
Kurd bi hêvîyeke mezin û bi helwestên pevkelandina hestên neteweyî pêşwazîya sala nu, ya 2004 an dikin.

·         Di salên buhurî de gelek bûyer û rûdanên girîng bi ser Gelê Kurd de hatin. Di nav alozî û labîrentên sîyasî yên li Rojhilata Navîn, di gel hemî astêngî û rêlibergirtînên dujminane, desthilatdarîya Kurdan, bi taybetî desthilatdarîya Kurdan ya li Başûrê Kurdistanê, bi helwestên xwe yên neteweyî û bi zîrekîyeke dîplomasîya navneteweyî pirsa Kurd û pirsa statuya Kurdistanê di rojeva cîhanê ya sîyasî de bi cih kir.

·         Reng û dengên pevxistina hestên neteweyî yên li Rojhilata (Bareşê) Kurdistanê hêvîya Gelê Kurd geştir dike. Hevgirtina hêzên Bareşê Kurdistanê di guherandina statukoya Rojhilata Navîn de pêngaveke erênî ye û pêwîst e.

·         Bi guherandina statukoya Rojhilata Navîn, Dewleta Sûriyayê u bi taybetî Rojavayê (Baweşê) Kurdistanê bi rûdanên girîng dagirtîye. Di vê kefteleftê de fersendeke dîrokî dikeve destên kurdên Baweşê Kurdistanê. Îro hevgirtina hêzên sîyasî ji hemî demê bêtir xwe dide pêş. Tevgerên hêzên Baweşê Kurdistanê yên dawîn  erêniyeke berbiçav e û bi tevayî alîkarîya geşkirina hestên neteweyî dike.

·         Bakurê Kurdistanê, mixabin di vê hengameyê de, di gel hemî rûdanên nuh, bêdeng e û di lêgerîneke sîyasî de ye. Dewleta Turk dev ji sîyaseta xwe ya kevnare bernade. Gelek caran vekirî û carinan bi destên kurdên pêgirtîyên xwe erîşî bidestxistin û hêjayîyên kurdan dike. Her weha bi dek û lîstikan dixwaze kurdan ji daxwazên wan yên neteyeweyî û rewa bi dûr bixe û dunyayê, bi teybetî Yekîtiya Ewrupayê bixapîne û li hemberî Pirsa Kurd bêdeng bike.

Sala nuh ya 2004 an barekî gran dide ser milên hemî welatperwer, hêz û rêxistinên Kurdistanê. Gelê Kurd di nav gelên bindest yê cîhanê de, yek ji wan gela ye ku Cepheya xwe ya Neteweyî heta nuha pêk neanîye. Îro ji hemî deman bêtir pêwîstî bi hevgirtineke neteweyî heye.

Platforma Kurdên Ewrupayê, PKE, bi hêvîya çareserkirina pirsa Kurd û di qada navneteweyî de naskirina statuya Kurdistanê, sala 2004 an li we pîroz dike.

 

PLATFORM  - PKE

Platforma Netweyî ya Hêzên Bakurê Kurdistanê - PNK-Bakur
DEM-KURD
Înisiyatifa Kurdên Ewrupayê IKE