Heta Tirkîye kriterên Kopenhagê bê şert û merc bi cih neyîne, bila tu qewl bi Tirkiyê re neyê dayîn.
Filed under: Platform
Dewleta tirk piştî damezrandina komara ”modern” a tirk û heta niha gelên cîhanê xapand. Taybeten gelê kurd jî bi nisbet mafên wî yên bingehîn, li ser axa xwe hate xapandin.
Heta gelê kurd wek netewe li welatê xwe ango li Kurdistanê neyê nasîn, pirsgirêka gelê kurd nayê çareserkirin. Di Rojhilata Navîn de tevî tirk, ereb û farisan milletê kurd yek ji gelekî herî mezinin. Nifûsa Kurdan digihîje 40 milyonî û kurd li ser axa xwe, li Kurdistanê dijîn ku welatekî qasî Fransêyê ye. Tenê li Tirkîyê ji 20 milyonî zêdetir kurd dijîn.
Tirkîyê paş şerê cîhanê ya 1. peymana Lozanê imza kir.Bi gor vê peymanê mafe kurdan heye ku zimanê xwe bi şêweke azad bikar bînin. Lê bihêle Lozanê, paş qebûlkirirna paketa reforman jî ku demekê pêş niha pêk hatibû, kurd her niha jî li ser nivîsarên kurdî, axaftin û kilamên kurdî têne zîndanî kirin û rûberî zordarîyê dibin. Kurd nikarin navên kurdî jî li zarokên xwe bikin.
Em li dijî endametîya Tirkîyeyê ya ji bo YE nin, lê ne endametîyek bi vî halî, ne bê qeyd û şert. Divê tirkîye şertên Kopenhagê bi temamî bi cîh bîne, bi vî awayî di rêya demokrasîyê da bi pêşve biçe.
Tirkîyê di sala 2001 da di qanûna esasî de hin guhartin kirin. Lê wan guhartinên bê dil, berê tiştekî negirt. Hemû jî wek makyaj bûn.
Di destpêka Tebaxê de ji parlemana tirk, bi navê ”Paketa Hemahengî bi YE ra” guhartinên taze derbas bûn. Bi gor YE, li Tirkîyeyê guhartinên van qanûnan, ber bi demokrasîyê çûndinê gavekî pêşve ye. Di formulekirina van qanûnên hemahengî de jî, ne zimanê kurdî û nejî pirsgirêka kurd bi şêweke fermî hatîye nivîsîn. Tirkîye bi vê paketa xwe ya reforman ve kirîterên Kopenhagê bi cih naîne.
Naveroka paketa reforma Tirkîyê
Zimanê kurdî: Li gor paketa reforman, kurd dikarin tenê bi rêya kursên serbixwe hînî zimanê xwe bibin. Eve jî tê wê menayê ku zimane kurdî di dibistanan bi şêweyek fermî nayête xwendin û di kursan da jî beşdar xercê kursan, dê ji berîka xwe bidin.
Astengên li pêşîya vekirina van kursan hatiye danîn bi tu şêweyê îmkanan nade ku kurs bêne damezrandin.
Gelo ev ”tiþta” ji bo gelekï 20 milyon, çawa dibe heqê perwerdeyîyê? Ev ne wek henek û qeşmerî ye? Mafê kurdan li Swêd û Danîmarkê û li gelek welatên Ewrupayê ji vî mafî gelek zêdetire. Zarokên Kurdan li dibistanên van welatan dersên kurdî dibînin. Li Swêdê xwendageha dersdarên kurdî heye.
Yek ji guhartinên dawî ji bo weşana radyo û televîzyonê ye. Lê di vî waride jî tu guhartinên ber bi çav nehatîne pêş. Bi gor qanûn û biryarên nû, weşanên kurdî rojê 2 seetan di TV dewletê de dikare bête kirin.
Îro jî bi nasnameya kurdî avakirina komele û partîyan qedexe ye. Qanûna partîyên sîyasî, benda 81ê, rê nade ku tu partî behsa hebûna ziman û çandeke din bike û paraztina wan bixwaze. Gelek partîyên kurdî ji bona vê yekê hatin girtin, ji ber ku behsa hebûn û mafê kurdan kiribûn.
Pirsgirêka kurd astenga herî mezine li pêşîya demokratîzekirina Tirkîyê da. Ji ber wê yekê divê YE zorê bide dewleta Tirkîyeyê, ku gelê kurd bikaribe mafên xwe yên demokratîk û neteweyî werbigre. Her wisa divê YE ji danûstandinê re tu tarîxan nede Tirkîyeyê heta ku ew mafê kurdan nas dike.
Tirkên Bulgaristanê dikarin navên tirkî li zarokên xwe bikin, komel û partîyên tirkî bidamezrînin û wek gelê bulgar xwedîyê hemû mafan bin û beşdarî hilbijartinan bibin. Tirkên li Yûnanistan jî wek yunanîyan xwedîyê mafên xwe yên bingehînin. Tirk li Ewrupa, di xwendegahan de dikarin zimanê xwe yê zikmakî bixwînin.
Li Başûrê Kurdistanê turkmen, aşûrî û kêmneteweyê din xwedîyê mafên xwe yên bingehînin. Çima tenê Kurd li Tirkîyê xwedîyê maf nebin ?
Dewleta tirk ji bo 150 hezar tirkê Qibrisê bi federasyonê razî nabe, dewleteke serbixwe ji bo wan dixwaze, lê hebûna bi kêmasî 20 milyon kurdan li Tirkîyeyê înkar dike.
Em hêvîdarînYE bi lîstik, fen û fûtên dewleta Tirk nexapin. Divê YE tirajedîya gelê Kurd di ber çavan de bigire û li pîvanên xwe re xwedî derkeve.
09.12.2002
PKE - PLATFORM
Platforma Kurdên Li Ewrupayê
- PNK Bakur:
Partiya Azadî Demokrasî ya Kurdistanê-Padek, Partîya Îslami ya Kurdistanê-PIK, Partiya Sosyalist ya Kurdistanê-PSK, Rêxistina Sosyalist û Demokratik ya Kurdistanê-RSDK, Partiya Rizgari Ya kurdistanê-RIZGARI
- PDK – Bakûr
- Înisiyatîfên Kurdên Ewrupayê IKE- INISIYATIF:
İnîsîyatîfa Kurdên Almaniya-, İnısıyatîfa Kurdên Avusturya, İnısıyatîfa Kurdên Danimarka, İnısıyatîfa Kurdên Fransa, İnısıyatîfa Kurdên Hollanda, İnîsîyatîfa Kurdên Ingiltere, İnîsîyatîfa Kurdên Swêd, İnîsîyatîfa Kurdên Swisre.
- DEM –KURD Civata Kurd (Giessen) • Civata Kurd li Elmanya (Koln) • Dengê Kurdan li Duisburgê • FKKS - Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê • Hevkar-Elmanya • IVK (Mainz) • Kitêbxaneya Kurdî li Stockholm • Komela Kurdistan li Belçîka • Komela Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK • Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya • Komela Karkeren Kurdistan- Danîmarqa • Komela Karkeren Kurdistan Swîsra • Komela Karkeren Kurdistan-Frensa • Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li Kurdistan (Elmanya) • Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin) • XOYBÛN-Berlin • XOYBÛN-Danîmerqa • Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland • Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR (Elmanya)