Ji birêz Roj Nuri Şawêş Serokê Parlamentoya Kurdistanê re

Em bi navê Platforma Kurdên Li Ewrupa vebûna Parlamentoya Kurdistanê ya di 4/10-2002 ê pîroz dikin û rêz û silavên xwe yên bratîyê ji hemû alîyên ku xizmeta pêk anîna vê roja pîroz re dişînîn.

Gelê kurd jî wek her gelek di cîhanê de, xwedîyê mafê pêşerojeke ronî û serfiraz e. Mixabin hin caran sîyaset û helwestên şaş dibe sedemê tarîbûna pêşeroja van gelan.

Ev gava pîroz û bi rûmet berî hemî tiştî moral û hêvîyên gelê kurd li her çar alîyên cîhanê bilind kir. We xewna hemû kurdan kir rastî û we bawerîyên kurdan nûjen kir.

Ev gav dikare ji bo wan kurdên ku di bawerîya xwe sist bibûn, bibe hêvîyek nûjen û dîsan bikarin xizmetê ji bo gelê xwe bikin.

Bawerîyek xurt û hestek xurt ya neteweyî di jîyana gelan de gellek girîng e. Ev jî bi xwe û  sîyaset-medarên xwe bi bawerbûnê bilind dibe.

Vebûna Parlamena Kurdistanê di vî warî de pêngavek zêrîne. Em di wê bawerîyê de ne ku bi vekirina Parlamena Kurdistanê gelê kurd bi dilekî pak û vekirîtir û bi hêvîyên mezin dê li welatê xwe û doza xwe xwedî derkeve. Ev gava zêrîn di nav kurdên li derveyî welêt de jî bi coşek mezin tê pîroz û pêşwazî kirin.

Platforma Kurdên Li Ewrupa di wê bawerîyê de ye, vebûna Parlamena Kurdistanê rûmetek mezin da gelê Kurdistanê û kurdên li her çar alîyên cîhanê. Ev gava hêja bêtir rê li ber diplomasîya kurd vekir, dostên gelê  kurd dikarin bi dilekê rehettir û bi bawerîyeke xurttir gelê kurd biparêzin. Dijminên gelê me jî dê ji naha pê ve gavên xwe û pîlanên xwe bi hesab û pîvan bavêjin.

Birayên hêja,
Gelê kurd bi vê gava pîroz dilşad e û serbilind e. Lê ev tenê ne bes e. Ev gava girîng û hêja pêwîst e bi xebatek bêhempa û bê westan bi hemû alîyan de, civakî, sîyasî, aborî, çandî xwe têkuz bike. Pêşdebirina vî erkê mezin li ser şanê hemû kurdên welatperwer e. Lê berpirsîyarîya herî mezin ya her du hêzên serekî PDK û YNK ê ye.

Çi biçûk û çi mezin pêwîst e hemû hêz û dezgehên Kurdistanî desthiltdarîya Parlamento ser berjewendîyên xwe yên rêxistinî bigirin.

Em hêvîdarîn dezgeh û rêxistinên Kurdistanê norm û awayên demokrasîyê dê ber çav bigirin û kar  û xebata Parlamena Kurdistanê hêsantir bikin.

Em careka din rêz û silavên xwe ji Parlamentoya Kurdistana li ser axa azad pêşkêş dikin, serfirazî û serkeftina ji we re dixwazin. 

Bijî biratî û yekitîya gelê Kurdistanê
Bijî Parlamentoya Kurdistan li bin ala rengîn a neteweyî.
 

13/10-2002

PKE
Platforma Kurdên Li Ewrupa