Ji Birêz Serokê Partîya Demokrat Kurdistan Kek Mesud Barzanî

Ji Birêz Sekreterê Gîştîyê Yekitîya Niştimana Kurdistan Birêz Mam Celal Talabanî, 

Birêzan,
Weke hemû Kurdên li dinyayê, ew kesên ku li jêr ev daxuyanîyê îmzekirine, li ser lihevkirina we ya bi Peymana Waşingtonê gelek kêfxweş û dîlşad bûn. Ev pêngava dîrokî, ji hêlekê ve bû bersîva hêz û dewletên ku dixwazin gelê kurd ji holê rakin û ji hêla dinê de, ji bo dostên Kurda bû mesajeke dostayî û dilgermîyê. Helbet ya herî girîng, manewîyat û xwebawerîya civaka kurdan bi hêz kir ku ev yeka bi fidekarîya we rû da.

Em bawer in ev lihevkirina wê bibe bingeha merhelayeke hêj bilindtir û bibe bingeha çareserkirina hemû pirsgirekên Başurê Kurdistanê. Hûn jî dizanin ku ev jî bi bernameyeke hevpar û neteweyî dibe.

Wekî hemû miletan, miletê Kurd jî mafê xwe yê çarenivîsê heye û layiqê demokrasî, hiqûq û mafên mirovatîyê ye. Gelê Kurd dikare tenê bi van desketîyan, bi nasnama û nirxên xwe yên neteweyî di dinyaya global û demokratîk da cî bistine. 

Birêzan,
Tecrube û pêvajoya van çend salên borî da xuya kirin, ku ger aramî û azadî hebe, gelê kurd dikare welatê xwe birêve bibe û dikarin pirsgirekên xwe yên civakî, aborî û sîyasî çareser bike. Ev bîr û ditîn roj bi roj ji alîyê gelek hêz û dewletan ve tê pejîrandin, ku ev yeka ji bo gelê kurd serbilindîyek e.

Di alîyê dinê de, mixabin hinek dewlet, bi taybetî jî dewleta Tirk li hember lihevkirina we xasima yekkirina Parlamena Kurdistanê û pêkhatina aramî û aşîtîya navxweyî, dest bi gef û tehdîdan kiriye. Herwekî we jî gelek caran gotiye, ku bi gef û tehdîdan, bi zordestîyê û çavsorîyê kes bi serneketîye û sernakeve jî. Miletê Kurd jî li ber van gef û tehdîdan xwe paş ve nakşîne û gelê kurd dê maf û desketîyên xwe biparêz e. Gelek eşkere ye, ku miletê kurd, ji bo tu hêz û dewletan nebûye tehdît û ji îro şûnda jî nabe. Ji xwe dem, dema demokrasî û pêwendî girtinê ye û ne dema binpê kirina maf û hiquqê ye. 

Birêzan,
Em bangê hemû hêz û partîyên Kurdistanê dikin, ku bala xwe bidine mercên îro û

polîtîkaya rastiqîn ya cihanê. Dîsa em dibêjin mafê tu hêza tune ye, ku weke teref mudaxeleya kar û barên Dewleta Federala Kurdistanê bikin. Li hember tehdît û zordestîyê hêza herê girîng û bingehîn, li ser maf û hiquqa xwe şîyar bûn û tevgerbûna gel e.

Birêzan,
Ji bo parastina Dewleta Federala Kurdistanê, ji bona parastina hemû deskeftîyên neteweyî, em piştgirîya we dikin û bona pêşvebirina pêvajoya aştî û pêşveçûyîna başûrê welatê me, bi  hemû hêzên xwe ve amade ne. Em pîrozbahîya xwe pêşkeşê we dikin. Serketina we serketina gelê Kurd e.

Bi silavên dostî, serketina we dixwazin… 

PKE - Platform
22.11.2002