JI BO PARLEMENA KURDISTAN

Birêz, serokê Parlamento û Parlementerên hêja!

Bi rêz û silavên xwe, bi dilekî pirr xweş û geş em rizgarbûna başûrê Kurdistanê pîroz dikin.  

Parlementerên hêja û bi rûmet: Gelê me bi hemû awayî li başûrê Kurdistanê gehîştîye qonaxekî herî bilin û bi rûmet Çavên gelê Kurdistanê li çar alîyê cîhanê li ser başûrê welat e û dilê wan jî li başûrê Kurdistanê lê dixe.

Ev rewşa, bê guman hêvî û bawerîyek mezin dide gelê me, yê kû bi sedan salane ji hemû mafên xwe yên bingehîn bê par maye. Cîhê şanazîyê ye ku kurd îro li çar hawîdorên dinyayê bextewar û serbilindin. Pêk hatina vê serkevtinê  bi xusarekî herî biçûk teybetên cihê serfirazî û şahnazîyê ye.

PKE – Platforma Kurdên li Ewrûpa hemû niştimanperwerên kurd bi têkoşîna Parlementoya xwe, hêzên xwe yên sîyasî û leşkerî, rêxistin û dezgehên neteweyî pirr serbilind in.

Birêzan:
Îro asta polîtîzebûn û rewşa tevgera rizgarîxwazîya li Kurdistanê, ji hemû deman baştir e. Gelê kurd li welat û di qada navneteweyî de dikare li mafên xwe yên însanî xwedî derkeve û biparêze. Lê dijminên gelê me ji bo fetisandina Kurdistanê hemû tûwane û îmkanên xwe bi kar tînin. Li dijî gef û provaqasyonên dijminan pêwîste em ji hemû deman bêtir hişyartir bin, xwûnsarîyê ji destê xwe bernedin, li hemberî gef û lîstik û provaqasyonên dijminên xwe yekdeng bin û yêk dest bin.

Em wek PLATFORMA KURDÊN li EWRUPAYÊ - ji bo parastin û pêşdebirina mafên rewa yên neteweyî, yekgirtina hêzên sîyasî erkekî herî girîng û pîroz dizanîn. Bi dilekî pak û bi biratî daxwaz û hêvîyên xwe yên jêrîn ji Parlementa Kurdistanê re pêşkêş dikîn. 

Parlementa Kurdistanê bibe desthilatdarîya herî bilind li başûrê welat. Wek welatekî hemdem, hemû sazî û dezgehên netewî wek; hêzên leşkerî, polîs, dadgeh, tendurustî, rêvebirî, perwerde, xizmet ûhv. di bin serkirdayetî û fermandarîya parlementa Kurdistanêda bêne civandin. Her kes û her alî ji bo van armancên pîroz fedekarî bikin û normên neteweyî bidine pêş. Di bin serkirdayetîya parlamento de, di qada navneteweyîyê de dîplomasîyek hevbeş û neteweyî di zûtirîn wext de bête pêkanîn. 

Bê şik hemû dezgeh, rêxistin û rewşenbîrên gelê kurd li hemû beşên Kurdistanê û li hemû deverê cîhanê wek heta niha xwedîyê vatinî û berpirsîyarin. Alîkarî, parastin û lê xwedî derketina destkevtîyên Başûrê Kurdistanê erkê ser şanê hemû niştimanperwerên Kurdistanê ye.  

PKE - PLATFORMA KURDÊN li EWRUPAYÊ dubare rêz û silavên xwe ji Parlemena Kurdistanê re dişîne.

Rêz û silav ji bo pêşmergeyên qahreman û tevayîya hêzên parêzvanên Kurdistanê.
Rêz li şehîdên kurd û Kurdistanê.
Hezar silav li ser Kurdistana azad û hemû sazî û dezgehên neteweyî re. 

PLATFORM - Platforma Kurdên Li Ewrûpayê

(PNK Bakur, IKE - Însîyatîfen Kurdên Ewrupayê, DEMKURD)
05/05-2003