Ji bo Parti Demokratî Kurdistan
Filed under: Însiyatîf
Birêz rêvebir, endam û layengirên Parti Demokratî Kurdistan
Îro em hemû 57 salîya salgera Partî Demokratî Kurdistan pîroz dikin. Ev roje li hemû gelê kurd û Kurdistaqnê pîroz be.
57 sal berî niha, gelê kurd li dest û banî, çîya û newalên Kurdistanê bi hêvîyeke girs, bi bîr û bawerîyek qayîm ji bo azadîya xwe di kozik û çeperan da bûn. Îro dîsan gelê kurd li kozik û çeperan da ye lê besek ji xewn û xîyalên gelê kurd di pêsengîya hêz û rêxistinên gelê kurd teybeten Partî Demokratî Kurdistan ketine jîyanê.
Damezrandina Partî Demokratî Kurdistan di bin reberîya Serokê Netewa Kurdistan Mele Mistefa Barzanî û hevsengerên wî di têkoşîna Kurdistanê de ne gotiye payîz û zivistan, ne gotiye bihar û havîn, ne gotiye ba û bahoz û ne jî gotiye baran, seqa û serma. Gelê Kurd îro di saya vê tekoşîna bê rawestan serbilind e, serfiraz e, bi dilekî şad Partî Demokratî Kurdistan pîroz dike.
Qehremanê sedsala bîsta lehenge kurd Nemir Barzanî û Parta wî, bi tekoşîna xwe ya qehremane li herçar beşên Kurdistanê bûye sembola kurd û kurdayetiyê
Partî Demokratî Kurdistan sîyasetek biaqilane, bi plan û li gor rastiya konjuktura cîhanê meşand. Ew siyasete îro bi serket.
Îro dijminên gelê kurd ji hemû deman hartir û bigûmantirin. Ew ji gelê kurd, ji rêxistin û dezgeyên kurd û ji rêberên gelê kurd ditirsin. Gelê me li başûrê welat di pêvajoyêk pir hessas da derbas dibe. Dijminên gelê me ne rawestane çavsorî û gefên wan, xebata wan li ser bingehê dijminatîya kurdan berdewam e. Ev planên qirêj divê bêne berterefkirin.
Serkevtin û destxistinên pîroz kar û bar û watinîyên li ser rexistin û rêvebirên gelê kurd siviktir nake. Yekgirtina hemû hêzên niştimanperwer li vî beşê welat dê bibe bingeh ku hemû hêzên niştimanperwer li temamê Kurdistanê bêna ba hev, dijî pîlanên dijminên me yên qirêj bibine yek deng û yek helwest.
Însîyatîfa Kurdên li Danimarka rêz û silavên xwe ji berêz kek Mesud Barzanî, rêvebir, endam û layengirên Parta Demokrata Kurdistan ra dişînin. 57 salîya damezrandina Partî Demokratî Kurdistan disan li we û gele Kurdistan pîroz be.
Bijî kurd û Kurdistan
13-09-03
Însîyatîfa Kurd li Danmark -ÎKD