Ji bo rêvebir, endam, alîgir û dostên PDK – Bakûr

Hevalên hêja !

Serokê giştî yê partîya we birêz Hemreş Reşo ji nav heval û hevgirên xwe, dostên xwe, barkir û ket nav karwanê Şehîdên Kurdistanê û çû ser dilovanîya xwe. Gava mirov dibê Şehît; cara yekemîn, mêrxasên ku çek li destan di enîya şer de jîyana xwe fedayî gel û welat dikin tê bîre mirov. Lê gava mirov kûrtir difikire; gelek mêxas bi awayek din dibin şehîdê welatê xwe.

Birayê nemir Hemreş Reşo şehîdek yê têkûşîna kurd û Kurdistanê ye. Ewî bi mejîyê xwe, bi pênûsa xwe, bi sazkirin û damezrandina dezgeh û partîyên welat perwer, jîyanek bi rûmet li ber gelê xwe de da.

Bila mala mirinê xera bibe ku Hemreş ji nav xebata welat û gel, kişand û bir. Demek wesan de bir ku rewşa gelê me pêvajoyek gelek hesas de derbaz dibe. Di van mercan de pêwîstî bi nêrîn û tecrubên Hemreş pir hebû. 

Hevalno mirin destûrekî xwezayînê ye. Em pê bawerin hevalen Hemreş Reşo dê valahîya ku Hemreş paş xwe de hiştî, dê bi layîqê wî bête tijekirin. Şexsîyetek wek Hemreş dê di tekoşîna gelê kurd de her bijî.

Bila serê hemû endam, alîgir û dostên PDK – Bakûr û binemala Hemreş Reşo sax be. Em wek Însîyatîfa Kurdên Danmark ÎKD xem û şîna PDK – Bakûr par dikin. Hemreş ne tenê xusara

PDK – Bakûr e ew xusara hemû gelê kurd e.
Bijî doza ku Hemreş pê rabû yî û jîyana xwe ya bi rûmet di wê rêkê de dayî.
Li gel silav û rêzên xwe yên birayetî
28.12.2002

IKD – Însîyatîfa Kurdên li Danmark