Ji Komîteya Amadekirina Bibîranîna Mustafa Barzanî re
Filed under: Însiyatîf
Di destpêka Adara 1979an de, Pêþewayê Gelê Kurd yê mezin, General Mustafa Barzanî xwe spart dilovaniya Xwedê.
Ew qehremanê ku hê neh mehî bû, di zindanên Diyarbekir de êþa li gel dibe tam kir, di zarotiya xwe de termên birayê xwe Þêx Ebdulselam li dergehê Mûsilê bidardakirî bi çavên xwe dît, di xortaniya xwe de, bi gotina birayê xwe Þêx Ehmed Barzanî û li ser daxwazê, di hawara Serhildana Çiyayê Agirî de, li mintîqeya Oramarê, bi kemalîstan re þer kir û bi helwesta xwe ya di avakirina Komara Kurdistanê li Mehabadê de gava pêwîst bû, bê perwa, wek eskerekî, tev li hevalên xwe ket xizmeta Komarê, xweþ diyar dike ku rêberekî Kurdistanî bû.
Piþtî heftê û þeþ salên bi êþ û azar ku zêdeyî pêncî salên bê rawestan di nav bizav û tekoþîna nîþtîmanî de buhurîn, beriya bîstûdu salan di demeke ku pêwîstiya gel û welat pê hebû, di keftelefta, bê dudilî hatina welêt de, Barzanî yê mezin, fizîkî ji nav me barkir.
Em Însyatîfa Kurdên li Swêdê bi koçbarkirina Serokê Mezin xemgîniya xwe diyar dikin û dibejin: Bila tekoþîna Barzaniyê Mezin ya Kurdistanî û bê rawestan rêberiya tekoþîna Gelê Kurd û Kurdistanê bike.
Stockholm 2001.03.04
ÎKS
Însiyatîfa Kurdên li Swêdê