NEWROZ PÎROZ BE!
Filed under: Însiyatîf
Miletê kurd û tevgera wî ya neteweyî û demokratîk di qonaxeke dijwar re derbas dibe. Dagirkerên Kurdistanê, bi armanca têkbirina bidestxistinên gelê Kurd û şolîkirina mafên wî yên neteweyî, êdî bi eşkereyî destên xwe dixin nav kar û rewşa her aliyên Kurdistanê.
Bidestketinên li Başûr, hêjayî û serbilindiya gelê kurd e. Dijminên der û dor, bi hemû hêzên xwe ji bo têkbirina vê bidestxistinê kar dikin. Destdirêjkirina jîyana Franso Herîrî, perçeyek ji lîstikên têkbirina statuya Başûr e. Ji bo dost û neyar bizanibin herêma Kurdistanê ne bêxwedi ye, divê gelê kurd nemaze jî hêzên Başûr bi helwestên xwe vê provakasyonê û hêzên tarî yên li pişt vê bûyerê eşkere bikin û tevkariya xwe bi hêz bikin. Li Rojhilatê Kurdistanê, gelê kurd, di gel hin guhertinên biçûk hê jî ji mafên xwe yên bingehîn bêpar e. Li Başûrê Biçûk jî gelê Kurd heta nuha, di gel xebata bi dehên salan, tu mafên xwe yên demokratîk, siyasî û civatî bidest nexistiye
Miletê Kurd, ji mafên xwe yên neteweyî, demokratî, siyasî û însanî bêpar, Newroza sedsala 21ê pîroz dike. Dijminên miletê Kurd îro ji her demê bêtir bi dezgehên xwe yên leşkerî, siyasî, huqûqî û aletên ragihandinê, bêperwa êrîşî hêjayiyên gelê Kurd dikin.
Dema ku di rojeva qada navneteweyî de, pirsa kurd bi cih dibe, mixabin kurd bê desthilat û di warê siyasî de ne amade ne. Di vê pêvajoyê de pirsgirêka neteweyî ya Miletê Kurd, bêyî desthilatdariya siyasî, yekalî tê bazarkirin. Pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêtir bi yekîtiya siyasî û neteweyî
heye. Ji bo çareserkirina pirsên vê pêva-joyê, pêwîstî bi tevkariya hêzên siyasî, dezgehên demokratîk-neteweyî, bi ronakbîr û welatperwerên kurd heye. Tevkariya van her sê aliyên civata kurd, di qada navneteweyî de dikare temsiliya kurdan bike. Her gavavêtinek demokratîk û neteweyî, bi tevkariya van aliyên civatê, dê bi hêztir bibe.
Bi berendametî -ger bigihê encama xwe- bi endametiya Dewleta Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrupayê, Bakurê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re dibe “ewrupayî”. Bêyî parastina mafên kurdan û naskirina statuya Kurdistanê, endametiya Tirkiyeyê yekbûna Kurdistanê diguhere. Hemû beşên civata kurd divê bi helwestên xwe li ser vê pirsê rawestin da ku Yekîtiya Ewrupayê bêyî çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê, Tirkiyeyê negire nav xwe.
ÎKS- Însiyatifa Kurdên li Swêdê, ji ber van sedeman, bi xebatek dûr û dirêj hate damezrandin. Îro ÎKS wek bidestxistinek neteweyî û demokratîk di xebata azadixwaz de cihê xwe digire. Her weha îro li çarhawirê Ewrupayê bi alîkariya (PNK) Platforma Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, însiyatifên weha tên avakirin. Hewildanên îro, ji her demê bêtir pêwîstî bi piştgiriya welatperwerên kurd heye.
ÎKS Newrozê, li derveyî welat û li welêt, li gelê kurd pîroz dike.
21 ADAR 2001
ÎKS
Însiyatîfa Kurdên li Swêdê
————————————- ————————–
Beşdarî xwepêşandanê bibin!
24ê Adarê civîna bilind ya Konseya Yekîtiya Ewrupayê çêdibe. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanê û Însiyatîfa Kurdên li Swêdê bi hev re xwepêşandanê organîze dikin.
Älvsjö Mässan – Stockholm 24-03-2001 Şemî - Saet:1300 -14.30