Platform

DAXUYANIYA PLATFORMA KURDEN EUROPA

Gelê Kurdistana rojava ne bi tenê ye !

Di 13ê Adara sala 2004an de li bajarê Qamiþloyê, provakasyona rejima Baasa nijadperest ya Sûrîyeyê bû sebeba şehîdbûna bi dehan kurdên Rojavayê Kurdistanê.
Her Çiqas dujmin li hemberî doza gelê kurd ya rewa dikeve tengasîyê, ew bêtir har û êrişker dibin. Ew hê di şoka rûxandina Rejima Dîktator ya Saddam de nin. Ew hê jî di şoka pêngavên pîroz yên li Baþûrê Kurdistanê de ne û ew pê dihesin ku êdî îro dora wan e. Loma jî têkoşîna gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê de taybetî yên di van salên dawî de Rejima Baas a nijadperest aciz dike û wan dixe tengasîyê.

Roj tuneye ku li Sûrîyeyê welatperwer, siyasetmedar û ronakbîrên kurd neyên girtin an neyên binçav kirin. Rejima xwînrêj di 8 ê Adarê, di pîrozkirina Cejna Jinan de jî êrîşî ser kurdan kirin û bi dehan kurd girtin.
Qetlîama 13 Adarê encama neyarî û nehezî ya gelê kurd yên li Rojavayê Kurdistanê ye. Destkevtîyên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê, dewletên dagirker tirsandîye. Loma jî Rejima nijadperest li Sûrîyeyê, dixwaze pêşî li geşbûna tevgera gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bigre.

Heta ji destê Rejimên nijadperest yên dagirker tê, astengiyan ji bo destkevtinên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê derdixin. Heta ji destê wan tê nahêlin ku Başûrê Kurdistanê ew destkevtîyên xwe ya statuya siyasî-federalî ya li ser bingehên neteweyî û welatî, bi îradeya xwe azad tayin bike. Lê weka wan nebû û ewê weka Rejima nijadperest Baas a Sûrîyeyê jî ne be.
Ewê êrîşa wan ya li ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, li hemberî doza gelê kurd û têkoşîna wê raweste.
Azadî û Serxwebûn bi têkoşînê bi dest dikeve. Gelê kurd li her çar alîyên Kurdistanê têkoşîna xwe didomîne û heta nuha di vê têkoşînê de û di vê rêya Azadîyê de gelek şehîd jî dane.

Loma jî êrîşên dagirkerên Kurdistanê nikare milletê kurd ji vê rêya Azadî û Serxwebûnê vegerîne.
Em Platforma Kurdên li Ewrûpayê – PLATFORM, vê êrîş û qetlîama li Rojavayê Kurdistanê protesto û şermezar dikin.
Divê bê qeyd û merc, rejima Sûrîye hêzên xwe yên leþkerî ji Qamîþlo û ji deverên din yên Rojavayê Kurdistanê vekişîne.
Divê yekser hemû girtîyên kurd bê berdan û di zûtirîn wext de tawanbarên vê bûyerê bê eşkere kirin û bê mahkeme kirin.

Em ji gelê xwe yê rojavayê Kurdistanê sersaxîyê û ji birîndarên xwe re şifayê dixwazin. Êş û azara gelê me yên li rojavayê Kurdistanê, êş û azara tevahîya miletê Kurdistanê ye.
Divê em destê xwe bidine hev û em hêzên xwe bikine yek û heta bi destxistina mafên miletê Kurd yên Neteweyî û Demokratîk, bi hev re di vê rêya Azadîyê û Serxwebûnê de xebat û têkoşîna xwe bidomînin.

Bijî liberxwedana gelê rojavayê Kurdistanê!

Bijî kurd û bijî Kurdistan!
Bakur, başûr, rojhilat,
Kurdistan yek welat!..

PLATFORM - Platforma Kurdên li Ewrûpayê